İBRAHİM KAYPAKKAYA

Li Tirkiyê pirsgirêka netewî…

7. Li Ewrûpa Rojhilat û Asyayê Geşbûna tevgerên Netewî:

Me diyar kiribû ku li Ewrûpa Rojhilat û Asyayê tevgerên netewî di 1905 de destpekirine û mêlên van tevgeran yê xwezayî ji ber bi damezirandina dewletên netewî bûne. Dema ku li Ewrûpa Rojhilat û Asyayê tevgerên netewî dest pê dikin. Dema pêkanîna emperyalîzmê, bi bazirganiya bi renggirtina navnetewî ve, bi sermiyanê navnetewî ve, nakokiya di navbera cîna karkerên navnetewî de derdikeve plana pêşîn e.

Di dema ku ji 1905 heta dawiya şerê cîhanê yê yekemîn derbas dibe de, li Ewrûpa Rojhilat û Asyayê dewletên netewî (di hinek ciyen de dewletên pirr mîlletî) pêkhatine, mêtingeh bi gelemperî gor gotinê hatine serbixwe. Bi rastî girêdayîye yê nûh belav dibe, şûna welatên mêtingeh welatên nîv-mêtingeh digrin.

Şoreşa sosyalîst ya mezin a Cotmeha 1917 dema şoreşên bi cûrê kevn di bin pêşengiya bûrjûvaziyê hemû cihanê digedînc, dema şoreşên demokrasiyên nûh û dema şoreşên sosyalîst di bin pêşengiya proletarya de vekiribû. Bûrjûvazî ketibû rewşeke ku ji tevgerên gelên hemû cihanê ditirsiya. Ji bo vê ji tevgerên li Ewrûpa Rojhilat û Asyayê nikaribûn ji bili guhartina saziya mêtingeh bi ya saziya nîv-mêtingeh re pêş ve herin. Saziya nîv-feodalî jî çawa bû, wilo parastin. Çînên bûrjûvazî û yên axên erdan îtifaq danîn û bi emperyalîzmê re ketin hevkariyê.

Di dawiye şerê cîhanê yê duemîn de serkevtina şoreşa demokratîk ya nûh li Çînê, li welatên Ewrûpa Rojhilat eniyên gel yên antî-faşîst di bin pêşengiya proletarya de bindestxistina îktidarê, ji berku ew bi dîktatorya proletarya û avakirina sosyalîzmê, paşdeçûna emperyalîzmê, van hemûyan bûrjûvaziya li welatên paşdemayî anî rewşa ku li şoreşê hîn pirrtir ditirsîne.

Di vê dema nûh de ku emperyalîzm bi temamî dixûre, sosyalîzm li hemû cîhanê berbi serkevtinê dimeşe, rewşa tevgerên netewî ev e:

Li welatên nîv-mêtingeh, nîv-feodal erka temamkirina şoreşa netewî û demokratîk ango erka tasfiyakirina emperyalîzm û feodalîzmê bi temamî û bi biryarî êdî li ser milê tevgera çînî ya proletarya ye. Bûrjûvazî êdî ne di hêz û hunerê ku van erkên xwe yên dîrokî biserxe de ye. Bi tenê perekî bûrjûvaziya netewî, perê şoreşger, dikare di yekitiya eniya gel de ya di bin pêşengiya proletarya de weke mutefîkekî cîh bigre. Ev jî bi şewişîn û nizane ci bike. Rewşa gelemperî, belavbûyî û tîpîk ji bo dema me ev e.

Li aliyê din, li pir hindik mêtingehîn kevn û li devletên pir mîllîyetî de ku hîn didome, bûrjûvayên mîlletên bindest, girêdayî û yên hemwelatî û hinek axayên erdan dijî zordestiya netewî bi armanca sazkirina dewletên netewî dest bi tevgerên netewî dikin. Ev tevgerên netewî gere li welatên mêtingeh gere li netewên hemwelatî, dema berê, dewra dema me kiriye, yên ne belavbûyîne û dema me karakterîze nakin, lê belê cardin jî bûyerên ku divê Marksîst-Lenînîst di destê xwe kin. Du van her du tîp netewan de jî geşbûna mêla xwezayi ya tevgera netewî berbi sazkirina dewletên netewî ne. Ger tiştekî bibiryar hebe, ew jî, naverokeke pêşverû û demokratîk bi van tevgerên netewî re ye. Lê belê li aliyê din, tiştekî din yê bibiryarî jî, tevgerên netewî yên van deran dixwaze bila bi sazkirina dewletke cûde yan jî bi awayên din biqede, nikare şoreşa netewî û demokratîk temam bike. Di van netewan de erka rakirin û miştina emperyalîzm û feodalîzmê cardin li ser milê tevgera çîna proletarya ye. Di van her du tîp netewan de jî tevgera proletarya, divê zanibe ku li alîkî erka temamkirina şoreşa netewî, li aliyê din jî piştgirtiya naveroka pêşverû û demokratîk ya tevgera mîllî ya bûrjûva bike. Tirkiye îro dewletek ji dewletên bi pir mîlliyetan e. Û li tirkiyê bi tenê Kurd netewekê pektînin. Ji bo vê jî, ji bo komunîstên Tirkiyê, esasiya (ne temamiya wê) mesela netewî, mesela Kurd teşkîl dike. Niha, em çavekî li geşbûna tevgera netewî ya Kurd bigerînin.

Dûmahik Hêye